Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Бона ве йәке әз Паԝлос бона Мәсиһ Иса гьрти мә, бона ԝә нәщьһуйа…

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَ وه یگه اَز، پولس، گو بَر خاطره وَ قَومه گو یهودی نینِن، زیندانیه مسیحْ عیسیْ مَ -

Gade chapit la Kopi




Efesî 3:1
30 Referans Kwoze  

Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,


Ewî jî xort bire cem serhʼezar û gotê: «Pawlosê girtî gazî min kir, hîvî kir ku vî xortî bînime cem te, tiştekî wîyî gotinê terʼa heye».


Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya.


Êpafrasê bona navê Mesîh Îsayî tʼevî min girtî, te silav dike,


Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku tʼenê tu, lê hʼemûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda».


Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir,


Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?»


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Awa ez ji we hîvî dikim, ku hûn ber xwe nekʼevin, bona wan cefayêd ku ez bona we dikʼişînim. Evana bona rʼûmeta we ne.


Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê tʼu kesê ji xaçê Mesîh pʼişk nebûya.


Bibihên, ez Pawlos werʼa dibêjim: Heger hûn bihêlin ku hûn bêne sinetkirinê, Mesîh tʼu kʼarê nade we.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite