Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 1:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әԝи әм пешда кʼьфш кьрьбун, чаԝа ль ԛьрара Ԝи хԝәш һат, кӧ мә бь дәсте Иса Мәсиһ бькә лаԝед Хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 گورَیَگی قَصدا اِرادا خو اَوی اَم ژه بَرِوَ کِفش گِرِن گو بِ واسِطا عیسیْ مسیحْ، مقاما گورادا، اَم بُ اَولادیتیا وی بِنَ قَبول گِرِن.

Gade chapit la Kopi




Efesî 1:5
32 Referans Kwoze  

Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Bona vê yekê em her gav bona we dua dikin, ku Xwedêyê me, we hêjayî wê gazîyê ke û hʼemû nêt-meremêd weye qenc û kirinêd weye ji bawerîyê bi qewatê bîne sêrî.


Wî çaxî Ew bi Rʼuhʼê Pîroz şa bû û got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekir. Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Merivêd Nînewayê Rʼoja Axretê wê tʼevî vî nisilî rʼabin û wan neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan. Va ye Yekî ji Ûnis mestir li vir heye.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira,


Lê serê xwe wêrʼa danenî, hʼeta ku ew kurʼ jêrʼa bû. Û navê Wî Îsa danî.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be


Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite