Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 1:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Ev bedena wî ye, tijetiya wî ye, yê ku li her derê her tiştî tije dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Щьвин жи бәдәна Мәсиһ ә, тʼәмамбуна Ԝи йә, кӧ Хԝәха һәр тьшт ә, һәр тьшти тʼәмам дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 اَو کلیسایا گو بَدَنه ویَ، آنی پْربونا وی گو همو دِشدی، همو آلیادا تِژی دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Efesî 1:23
19 Referans Kwoze  

Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Belê bira hûn hʼizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hʼiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn tʼemamîya Xwedêva tʼijî bin.


Ewê ku berjêr bû, hema Ew e, Yê ku Xwe da fêza hʼemû eʼzmana, wekî her tiştî hʼizûrîya Xweva tʼijî ke.


Û gava her tişt êlimî Wî bin, hingê Kurʼ Xwexa jî wê êlimî Wî Xwedêyî be, Yê ku her tişt êlimî Wî kir, wekî her tiştîda Ew bibe Xwedêyê her tiştî.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda.


Û Mesîh bedenekêda her du tʼevî Xwedê bi xaçê Xwe li hev anîn, çimkî bi wê kirinê dijminatî kʼokêva rʼakir.


usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.


Lema em gerekê gura hʼukumetada bin, ne tʼenê wekî em li ber hêrsê nekʼevin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me rʼihʼet bihêle.


Çawa beden yek e û Rʼuhʼ yek e, hûn jî gumanekêrʼa hatine gazîkirinê.


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


hʼeta ku em hʼemû jî bigihîjine wê yekê, ku bawerîyê û Kurʼê Xwedê naskirinêda tʼifaq bin, bibine merivêd gihîştî, tʼam weke bejin-bala Mesîh.


û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite