Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Cihûda 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Usa jî ew meriv pey xewna dikʼevin, qalibê xwe dihʼerʼimînin, dijenine serwêrtîya û heyînêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ӧса жи әԝ мәрьв пәй хәԝна дькʼәвьн, ԛальбе хԝә дьһʼәрʼьминьн, дьжәньнә сәрԝертийа у һәйинед хԝәйирʼумәтә жорьн беһӧрмәт дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بله دیسا ژی، هَ وه جورَیی اَو مِرُوَنَ ژی گورَیَگی خَونه گو دِبینِن، جسمه خو مِرار دِگَن، اقتداره رَد دِگَن و راستا اَونه خُدان شُکوه و جلال گو اَسمانی دانَ کُفریا دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Cihûda 1:8
23 Referans Kwoze  

Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin.


bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.


Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew serekkʼahîn e. Çawa nivîsar e: ‹Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede›».


Heger yek pʼaristgeha Xwedê wêran ke, Xwedê jî wê wî wêran ke, çimkî pʼaristgeha Xwedê pîroz e û hûn in ew pʼaristgeh.


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Lê kal-bavêd me nexwestin gurʼa wî bikin, ew tʼexsîr kirin, dilêd xweda vegerʼîyane Misirê


Lê ewê ku neheqî li hevalê xwe dikir, ew deʼf da û gotê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?


Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›.


Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.


Û gava tê, paqijkirî û hevdayî dibîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite