Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Cihûda 1:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê hatine destnîşankirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Чьмки чәнд мәрьв дьзива кʼәтьнә нава ԝә, кӧ дәрһәԛа диԝана ԝанда һе пешда ньвисар бу. Әԝед нәпʼак бьн наве кʼәрәма Хԝәдейе мә хԝә данә бенамусийе у Хӧдане мә Иса Мәсиһ Хԝәйики бешьрики-беһәвал инкʼар кьрьнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 چون هِندَ مِرُو گو کِمِژوَ بُ وه محکوم بونه هاتنَ کِفش گِرِن، به دَنگ هاتنَ ناو وَدا. اَونَ هِندَ مِرُوه به دینِن گو لطفا خدایه مَ، دِوَگُرِنَ بُ به اَدبیه و تَنیا اَربابه مَ و آغایه مَ عیسیْ مسیحْ حاشا دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Cihûda 1:4
32 Referans Kwoze  

çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin,


Kʼî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e». Ew e ekʼsîmesîh, yê ku Bav û Kurʼ înkʼar dike.


Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.


«Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.


Ji nava vanda yêd usa hene, ku xwe vedidizine mala, kʼulfetêd serʼaye bin barêd gunada şewitî dikine hêsîr, yêd ku bi cûrʼe-cûrʼe temêd xirabva têne birinê.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin.


wekî dîwana hʼemûya bike û hʼemû nepʼaka neheq ke, bona hʼemû kirêd wane nepʼak û bona wan hʼemû gotinêd xirab, ku nepʼakêd gunekʼar hindava Wîda xeber dan».


Nivîsar e: «Heger yê rʼast wê bi zorekê xilaz be, îdî hʼalê nepʼak û gunekʼara wê çawa be?»


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Me bihîstîye ku ji nava me hinek derkʼetine, ku me xwexa tʼemî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe zeʼmet dane we û fikirêd we tʼevîhev kirine.


Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû.


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Lê heger merivek bona xwexatîya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkʼar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Lûtê rʼast jî, ku ji bêpʼergalîya nepʼakaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir.


ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite