Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Cihûda 1:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Ԝирʼа, Йе кӧ дькарә ԝә жь кʼәтьне хԝәй кә у ль бәр рʼумәта Хԝә беԛӧсур әшԛ бьдә сәкьнандьне,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 نَهَ سَر اَوه گو دِگاریت وَ ژه کَتِنه خُدان گَت و وَ به عَیب، بِ شادیَگه عَظیم، ناو حُضورا شُکوه و جلالا خودا حاضِر گَت،

Gade chapit la Kopi




Cihûda 1:24
28 Referans Kwoze  

Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne Pʼadşatîya Xweye eʼzmana. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Awa şikir ji Wîrʼa be, Yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite,


lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê.


ku civînê li ber Xwe qeşeng bide sekinandinê, ku tʼu lekʼe yan qerçʼimok, yan tiştekî mîna van ser tʼunebe, lê paqij û bêqusûr be.


Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.


Derew ji devê wan dernekʼetîye, ew bêqusûr in.


Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, kʼî dikare miqabilî me be?


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


Ez kʼumrʼeşîyê we dikim, bi wê kʼumrʼeşîya Xwedê. Çimkî min hûn yekîrʼa, awa gotî Mesîhrʼa nîşan kirin, wekî we mîna qîzeke bikʼir li ber Wî bidime sekinandinê.


Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.


Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Tu kʼî yî ku loma xulamê xelqê dikî? Heger sekinî be yan kʼetî be, ew îşê Xweyê wî ye. Lê wê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bide sekinandinê.


xwe nava wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîvîya rʼeʼma Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jîyîna hʼeta-hʼetayê bide we.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê.


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Ewê ku tʼemamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berʼdide, ew dibe deyndarê tʼemamîya Qanûnê.


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite