Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Cihûda 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Evên ha pitepit dikin, gazinan dikin, li gor xwestekên xwe rêve diçin, devê wan peyvên mezin dibêjin, ji bo qezencê siyaneta xelkê digirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әвана мәрьвнә бинтәнгә фьш-фьшко нә, пәй хԝәстьнед дьле хԝә дьчьн, жь хԝә мәстьр хәбәр дьдьн у бона кʼара хԝә һʼьләкʼарийа дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَو مِرُوَنَ چِمَ چِمه دِگَن، گازِندا دِگَن، دوو شهوته پیسَ خودا نَ؛ بِلند بِلند مَزِن مَزِن قِسَ دِگَن و بُ منفعتا خو طایه هِندَ مِرُوا دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




Cihûda 1:16
38 Referans Kwoze  

Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin,


Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin,


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyakʼetê mirinê kʼoka wan hat.


ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin».


Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


wekî dîwana hʼemûya bike û hʼemû nepʼaka neheq ke, bona hʼemû kirêd wane nepʼak û bona wan hʼemû gotinêd xirab, ku nepʼakêd gunekʼar hindava Wîda xeber dan».


Mîna zarʼêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda.


Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin.


Lê Îsava eʼyan bû ku şagirt li ser vê yekê nava hevda dikine pʼiste-pʼist, wanrʼa got: «Ev yek we pʼişk dike?


Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im».


Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar».


Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite