Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Cihûda 1:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Evên ha di ziyafetên we yên hezkirinê de bê tirs dixwin û vedixwin, ew leke ne. Ew mîna wan şivanan in ku bi tenê xwe xweyî dikin. Ewrên bêbaran in ên ku li ber bayê diçin; darên payîzê yên bêfêkî ne, ew du caran mirine û ji ra ve hatine hilkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әвана мәсрәфед һʼьзкьрьна ԝәда ләкʼә нә, тʼәви ԝә бе хоф дьхԝьн-вәдьхԝьн, тʼәне зьке хԝә дьчʼериньн. Йед һа, әʼԝред беавә жь бәр бе чуйи нә, даред пайизейә бебәр ьн, рʼаԝава рʼакьри, дӧ щар һʼьшк буйи,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَونَ ناو مِوانداریه وَ یه گو مُحبّت تِدانَ دا، به تِرس گَل وَدا جَشنه دِگِرِن، بله بینا رازه بِنه بَحره نَ گو بِ چاو نایِنَ دیتِن؛ اَونَ اَو شُوانِن گو تِنه خو دِچَرینِن؛ اَوره به بارانِن گو با اَوان دِبَت؛ داره به اِرمیشَ پاییزا دِرَنگِن گو دو جارا مِرِنَ و رَهوَ دَرکَوتِنَ.

Gade chapit la Kopi




Cihûda 1:12
35 Referans Kwoze  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê.


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Û hinek jî kʼetine cîyê kevirî, gava şîn bûn, ji dest kêmasîya şilayê hʼişk bûn.


We li ser dinê çʼeʼvê xwe tiştekîda nehiştîye, li gora dilê xwe xwarîye-vexwarîye, çawa kʼozîkirî, bona rʼoja serjêkirinê.


Lê ya ku kʼêfa dilê xwerʼa ye, mirîya neçʼeʼlkirî ye.


Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.


Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be,


Çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn.


Lê çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn.


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite