Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 9:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Petrûs jî rʼabû tʼevî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, hʼemû jinebîya dora wî girt û bi girî ew kʼinc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

39 Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Пәтрус жи рʼабу тʼәви ԝан һат. Гава гьһиштә ԝьр, әԝ бьрьнә ода жорьн, һʼәму жьнәбийа дора ԝи гьрт у бь гьри әԝ кʼьнщ у кьрасед кӧ сахийа хԝәда Хәзале бона ԝан дьрутьбун, нишани ԝи дьдан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 بَجا پِطرُس رابو و گَل واندا چو. وقته گَهَشتَ وِدَره، اَوان پِطرُس بِرِنَ اُدا آلیه سَریَ ماله. تواوی بِوَژِن دُرا وی راوَستان. اَو دِگیریان و جِلِگه خو گو دورکاس وقته گو هِشتا ساخ بو بُ وان دورو بو، نیشا وی دِدان.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 9:39
26 Referans Kwoze  

Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Xûşk-birano, em dixwazin ku hûn derheqa mirîyada zanibin, wekî ber xwe nekʼevin, mîna ewêd bê guman.


Çimkî heger hûn bi rʼezedilî kʼomekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kʼêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tʼune.


Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».


Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.


Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Çi ji destê wê dihat ewê kir. Ewê pêşda bedena Min definkirinêrʼa rʼûn kir.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim.


Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


Qedirê jinebîya bigire, yêd ku bi eʼdetî jinebî ne.


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite