Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 9:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Һьнге Барнабас әԝ һьлда бьрә щәм шандийа у ԝанрʼа гьли кьр, кӧ әԝи рʼеда чаԝа Хӧдан дитийә у тʼәви ԝи хәбәр дайә, Шамеда жи чаԝа меркʼими наве Иса даннасин кьрийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 بله برنابا اَو راگِر و اینا لاره رسولا و بُ وان باس گِر گو چاون شائول ره دا خاده دیتیَ و خاده گَل ویدا قِسَ گِریَ و اَوی بِ جُراَته بِ ناوه عیسی وَعظ گِری.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 9:27
20 Referans Kwoze  

Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê»,


Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din,


Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.


Û cihûyêd bawermende mayîn jî tʼevî wî durʼûtî kirin, hʼeta ku Barnabas jî xalifî, kʼete nava wê durʼûtîya wan.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Axirîyê, pey hʼemûyarʼa minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji dîya xwe bûyî.


Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Hingê Barnabas derbazî Tarsûsê bû, ku li Şawûl bigerʼe,


Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê.


Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Usa jî tʼevî cihûyêd ku bi yûnanî xeber didan bi xeberdanê dikʼete deʼwê, wana jî dikir ku ew bikuşta.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite