Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 9:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hʼemû cihûyêd Şamêda dida birʼînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле Шаԝул һинкьрьнеда һе ԛәԝат дьбу, избат дькьр кӧ Мәсиһ һәма Иса йә у дәнге һʼәму щьһуйед Шамеда дьда бьрʼине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله شائول همو رُژه قاوَتتِر دِبو و بُ یهودیه گو دمشقه دا دِژیان ایثبات دِگِر گو عیسی، هَمَن مسیحَ و وِسا اَو دِهلانَ حَیر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 9:22
21 Referans Kwoze  

Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Lê Xwedê bêhʼişêd dinê bijartin, wekî serwaxta bide şermê û sistêd dinê bijartin, wekî yêd qewat bide şermê


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


şirovedikir û wanrʼa îzbat dikir, ku gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û ji mirinê rʼabûya û digot: «Ev Îsayê ku ez werʼa dannasîn dikim, ew Mesîh e».


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Hʼemûyêd ku dibihîstin, eʼcêbmayî diman û digotin: «Eva ew nîne, ku Orşelîmêda yêd ku gazî Vî Navî dikirin dikuştin? Û bona wê yekê hatîye vir jî, wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd kʼahîna?»


Gava gelek rʼoj derbaz bûn, cihû şêwirîn ku wî bikujin,


Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye.


Paşê sê sala şûnda rʼabûme Orşelîmê, ku Petrûs bibînim û panzdeh rʼoja cem wî mam.


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite