Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 9:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һананийа ле вәгәрʼанд у гот: «Хӧдан, бона ви мәрьви мьн жь гәләка бьһистийә, ԝәки Оршәлимеда ԝи чьԛас хьраби ль щьмәʼта Тә кьрийә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله حَنانیا جیواب دا: «اَی خاده، مِن ژه گَلَک مِرُوا راستا وی مِرُوی دا بیهیستیَ، گو اورشلیمه دا چه قیاسا پیسیتی اَونه گو ایمان تَ هَنَ گِریَ.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 9:13
31 Referans Kwoze  

Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


Şawûl jî hʼeta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekkʼahîn,


Silavê bidine Fîlologo û Yûlîya, Nêroyîs û xûşka wî, usa jî Olîmpas û tʼemamîya cimeʼta Xwedêye tʼevî wan.


Hûn wê bi navê Xudan qebûl kin, çawa li cimeʼta Xwedê dikʼeve û gava dibe hʼewcê tiştekî, destê xwe dirêjî wê kin, çimkî ewê jî xweyîtî geleka kirîye û usa jî min.


Dua bikin, wekî ez ji destê wan xilaz bim, yêd ku Cihûstanêda nebawer in û wekî xizmetkʼarîya mine bona kʼomekdayînê Orşelîmêda li cimeʼta Xwedê xweş bê.


Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.


Min hʼeta kuştinê jî yêd ku pey vê Rʼê diçûn, dizêrandin û qisimê jin û mêra girêdidan davîtine kelê,


Petrûs jî hʼemû cîya digerʼîya û berjêrî cem cimeʼta Xwedêye Lîdayê jî bû.


Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna meʼra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax.


Hʼemûyêd ku dibihîstin, eʼcêbmayî diman û digotin: «Eva ew nîne, ku Orşelîmêda yêd ku gazî Vî Navî dikirin dikuştin? Û bona wê yekê hatîye vir jî, wekî wan bigire û bibe bide destê serekêd kʼahîna?»


Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.


civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:


Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt tʼune, ku bikaribe nava birada serederîyê bike?


çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpʼergalîyê ye, lê Yê eʼdilayîyê ye. Çawa nava hʼemû civînêd cimeʼta Xwedêda,


Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin:


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in.


cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be.


Silavê bidine hʼemû rʼêberêd xwe û cimeʼta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite