Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 8:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew kʼitêba Îşaya pʼêxember dixûne û jê pirsî: «Çi ku tu dixûnî feʼm dikî?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Филипо жи бәзи незик буйе, бьһист кӧ әԝ кʼьтеба Ишайа пʼехәмбәр дьхунә у же пьрси: «Чь кӧ тӧ дьхуни фәʼм дьки?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 بَجا فیلیپُس بَزی بُ آلیه پایتونه و بیهیست گو اَو نَمِر کِتِبا اِشعیایه پِیغَمبَر دِخونیت. فیلیپُس ژه وی پیسیار گِر: «تِ اَو دِشدا گو دِخونی فام دِگَی؟»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 8:30
18 Referans Kwoze  

Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Bona vê yekê bêfeʼm nîbin, lê belê bizanibin çi ye qirara Xudan.


Hingê Îsa eʼlalet gazî cem Xwe kir û gote wan: «Bibihên û feʼm bikin!


Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».


Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb.


Awa çaxê hûn wê ‹hʼeramîya wêrankirinê› bibînin, li wî cîyê necayîz sekinî», (ewê ku dixûne bira feʼm bike) «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya.


Çaxê hûn ‹hʼeramîya wêrankirinê› cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl pʼêxember got», (ewê ku dixûne bira feʼm bike),


Îsa ji wan pirsî: «We ev hʼemû tişt feʼm kirin?» Wana jêrʼa got: «Belê».


Li vir serwaxtî kêr tê: Hʼiş-aqilê kʼê heye, bira hʼesabê ceʼnewir bijmire, çimkî hʼesabê merivekî ye û hʼesabê wî şeşsid şêst şeş e.


Ew jî rʼabû çû û dîna xwe dayê, va ye nemêrekî ji Etyûpîyê wezîrê Kendakê, awa gotî pʼadşa Etyûpîyê, ku wekʼîlê tʼemamîya xizna wê bû, bona hʼebandinê hatibû Orşelîmê.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanrʼa bona Mesîh dannasîn dikir.


Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here».


Ewî gotê: «Ezê çawa bikaribim feʼm bikim, heger yek minrʼa şiroveneke?» Û hîvî ji Fîlîpo kir ku rʼabe rʼex wî rʼûnê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite