Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 8:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Û Şawûl razî bû ku ew bê kuştin. Di wê rojê de li Orşelîmê cefayeke şidîd li hember civîna bawermendan dest pê kir û ji Şandiyan pê ve hemû bawermend ji hev hatin belavkirin, çûn herêmên Cihûstan û Sameryayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Шаԝул жи ԛайл бу, кӧ әԝ бе кӧштьне. Әԝе рʼоже мьԛабьли щьвина Оршәлимеда зерандьнәкә гьран дәстпебу. Пештьри шандийа һʼәмуйед баԝәрмәнд бәлайи тʼопрахед Щьһустане у Самәрйайе бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 سولُس راستا گُشتِنا استیفان دا راضی بو. له وه رُژه، شَهره اورشلیمه دا اَذیَتَگه عَظیم له ضِدّ کلیسایه دَستبه گِر، وِسا گو خِنجی رسولا، تواوی اَونه گو ایمان هَبون، پَلاتَیی مَنطَقه یهودیه و سامِرِه بون.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 8:1
35 Referans Kwoze  

Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.


ew ji bajêr derxistin, dane ber kevira. Şeʼda jî kʼincêd xwe danîne ber nigêd xortekî navê wî Şawûl.


gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, eʼmirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berʼdan.


Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs kʼetin û dixwestin wan bikujin.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Ewêd bela-belayî bibûn digerʼîyan, Mizgînîya xeberê didan.


Wê xebera ku Min werʼa gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwerʼa ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me.


«Herʼin pʼaristgehêda bisekinin û cimeʼtêrʼa van hʼemû gotinêd vê jîyînê bêjin».


dest avîtine şandîya, avîtine kela cimeʼtîyê.


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin.


Hûn xwêya eʼrdê ne. Lê heger xwê teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-pʼîya.


Gava ev tişt dibihîstin, hewa wan dikʼet û diranêd xwe ser wî diçʼirʼikandin.


Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin.


Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanrʼa bona Mesîh dannasîn dikir.


Belê Dawid zemanê xweda qirara Xwedêrʼa xulamtî kir mir û gihîşte pêşîyêd xwe, bedena wî rʼizî.


û min Orşelîmêda kir jî. Min ji serekêd kʼahîna hʼukum stand û gelekêd ji cimeʼta Xwedê davîtine kelê û gava dihatine kuştinê, min jî dengê xwe dida.


Belê evana haş ji qanûna Xwedê hene, ku yêd van tişta dikin hêjayî mirinê ne, lê belê ne ku tʼenê van tişta dikin, lê havijîya xwe ji kirîya jî tînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite