Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 6:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 У хәбәра Хԝәде пешда дьчу, әʼлаләта шагьрта Оршәлимеда гәләки зедә дьбу у жь кʼаһина жи гәләка баԝәри ԛәбул дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 ایجا کلاما خدا پَخش دِبو و هَژمارا شاگِردا شَهره اورشلیمه دا گَلَک زِدَ دِبو و گَلَک کاهینا ژی ایمان تینانَ عیسی و ژه وه ایمانه اطاعت دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 6:7
25 Referans Kwoze  

Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû.


Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne.


Lê Baryêşûyê sêrbaz, awa gotî bi yûnanî Êlûmas, miqabilî wan rʼabû û dikir ku welî ji bawerîyê bixalifîne.


Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukurʼ nedihatin, ku ji kʼinîştê neyêne derxistinê.


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Lê gelekêd pêş wê bibine paş û yêd paş wê bibine pêş».


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Wana tʼenê bihîstibû ku: «Ewê wextekê em dizêrandin, niha xwexa wê bawerîyê dannasîn dike, kʼîjan wî wextekê dikir ku xirab ke».


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi Rʼuhʼê Pîroz dua bikin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite