Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 5:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Lê milyakʼetekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Îcar bi şev milyaketekî Xudan deriyên zîndanê li wan vekir, ew derxistin derve û ji wan re got:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Ле мьлйакʼәтәки Хӧдан ԝе шәве дәргәһед кәле вәкьрьн, әԝ дәрхьстьнә дәрва у готә ԝан:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بله شَوه، میلیاکَتَگه خاده دَره زیندانه وَگِر و اَو اینانَ دَروَ

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 5:19
18 Referans Kwoze  

Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, hʼeta ku hʼîmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda hʼemû derî vebûn, qeyd-zincîrêd hʼemûya hatine vekirinê.


Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû


Hingê milyakʼetekî Xudan Fîlîporʼa got: «Rʼabe herʼe alîyê başûrê, ser wê rʼîya ku ji Orşelîmê berjêrî Gazzayê dibe», ku çol-bestek bû.


Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Hingê milyakʼetê Xudan wîva xuya bû û alîyê rʼastêva kʼêleka gorîgeha bixûrê sekinî.


Gava Ûsiv ji xewê hʼişyar bû, ewî li gora gotina milyakʼetê Xudan kir, dergîstîya xwe stand.


Gava ku ew ji wir çûn, va milyakʼetekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe Kurʼik û dîya Wî hilde birʼeve Misirê. Li wir bimîne hʼeta ku ez terʼa bêjim, çimkî Hêrodesê Kurʼik bigerʼe, ku Wî bikuje».


Gava Hêrodes mir, va milyakʼetekî Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva xuya bû


Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt.


Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan.


Ewî nîvro nêzîkî sihʼeta sisîya dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe aşkere milyakʼetekî Xwedê dît ku hate cem wî û wîrʼa got: «Korʼnêlyo!»


Destxweda milyakʼetekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite