Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 5:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan bûn, bi çavnebariyê tije bûn,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Сәрәккʼаһин у һʼәмуйед тʼәви ԝи, кӧ жь кʼомәла садуԛийа бун, һʼәвсудийева дагьрти рʼабун

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 بله کاهینه مَزِن و تواوی اَونه گَل ویدا گو ژه عالِمِت فِرقا صَدّوقیا بون، تِژی ژه حسادته بون

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 5:17
24 Referans Kwoze  

Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê.


Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû,


De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.


Hingê serekêd kʼahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin,


Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.


Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?


çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Lê hinek bawermendêd ji kʼomela fêrisîya rʼabûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanarʼa bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin».


Pʼadşêd dinyayê hazir sekinîn û serwêr hevrʼa miqabilî Xudan û Mesîhê Wî civîyan›.


Henanê serekkʼahîn, Qeyafa, Yûhʼenna, Skender û hʼemûyêd mayîne ji xûn-qinêta serekkʼahîn jî li wir bûn,


Fêrisîya jî hevrʼa got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va tʼemamîya dinyayê pey Wî çû!»


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Eʼlalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, tʼevî xwe nexweş û yêd ku ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin danîn û hʼemû jî qenc dibûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite