Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 5:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Eʼlalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, tʼevî xwe nexweş û yêd ku ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin danîn û hʼemû jî qenc dibûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Gelek mirov ji bajarên der û dora Orşelîmê jî civiyan, nexweş û yên ku ji ruhên nepak cefa dikişandin anîn, ew hemû jî sax bûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әʼлаләт жи жь бажаред дор-бәра дьһатьнә Оршәлиме, тʼәви хԝә нәхԝәш у йед кӧ жь рʼӧһʼед һʼәрам щәфа дькʼьшандьн данин у һʼәму жи ԛәнщ дьбун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 هَ وِسا ژی خلق ژه شَهرِت دُرا اورشلیمه دِهاتن و نَساخ و اَونه گو توشی رِحِت پیس بِبون تینان و اَوان همویا شفا دِگِرتِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 5:16
16 Referans Kwoze  

Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Gava eʼlalet pê hʼesîya, pey Wî çû. Îsa ew qebûl kirin û tʼevî wan bona Pʼadşatîya Xwedê xeber dida û ewêd ku hʼewcê qencbûnê bûn qenc kirin.


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin.


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


yekî dinrʼa bawerî xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê xût ji wî Rʼuhʼî,


Gava Hêrodes dît ku ew ji steyrnasa hate xapandinê, gelekî hêrs kʼet. Ewî eʼmir kir ku hʼemû zarʼokêd kurʼîne li Beytlehʼmê û dor-berê wê, yêd du salî û ji wan biçʼûktir hebûn, ku bêne kuştinê, li gora wî wextê ku ji steyrnasa pê hʼesîya bû.


Bona vê yekê xelqê nexweş derdixistine serê rʼîya, dadanîne ser darbesta û berʼa, wekî gava Petrûs derbaz be, tʼenê sîya wî bikʼeve ser ji wan hineka.


Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn


Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin jî qenc dibûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite