Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 4:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

29 Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva te tam bi ziravî bêjin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 Ньһа йа Хӧдан, сәр гәф у гӧрʼийа ԝанда бьньһерʼә, кʼәрәме хӧламед Хԝәрʼа бькә, ԝәки әм меркʼими хәбәра Тә хәбәр дьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 نَهَ، اَی خاده، بَرخودَ تهدیده وانَ و نَظَرا خو خِذمَتکارِت خو بِگَ گو بِ جُراَتا کامِل راستا کلاما تَدا قِسَ گَن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 4:29
27 Referans Kwoze  

Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.


Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.


Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye.


Şawûl Orşelîmêda tʼevî wan rʼadibû-rʼûdinişt û bi navê Îsa Xudan mêrkʼîmî dannasîn dikir.


Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne.


Bona vê yekê ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, bira dua bike ku şiroveke jî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite