Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 28:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Әԝи Пʼадшатийа Хԝәде бь меркʼими бе пешигьртьн даннасин дькьр у дәрһәԛа Хӧдан Иса Мәсиһда һин дькьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 اَوی پادشاهیا خدا وَعظ دِگِر و بِ گَلَک جُراَته و به هِنده گو دِشدَگ سَر رِیا وی بیت، راستا خاده عیسیْ مسیحْ دا دَرس دِدا.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 28:31
17 Referans Kwoze  

Niha ya Xudan, ser gef û gurʼîya wanda binihêrʼe, kʼeremê xulamêd Xwerʼa bike, wekî em mêrkʼîmî xebera Te xeber din,


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Niha ez zanim îdî hûn hʼemûyêd ku ez nav weda gerʼîyame û Pʼadşatîya Xwedê dannasîn kirîye rʼûyê min nabînin.


Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona Pʼadşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, hʼemû jî pê avê hatine nixumandinê.


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir


Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Pawlos tʼam du sala mala xweye kʼirêkirîda ma, kʼî jî dihate cem wî, hʼemû qebûl dikirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite