Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 27:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Gava biryar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos û hin girtiyên din spartin sersedekî ji tabûra Qeyser, ku navê wî Yûlyos bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Гава ԛьрар кьрьн кӧ әм бь гәмийе һәрʼьнә Италйайе, Паԝлос у чәнд гьртийед дьн данә дәсте сәрсәдәки жь рʼәфа әскәред Ԛәйсәр, наве ԝи Йулйо.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 وقته تصمیم هاتَ گِرتِن گو اَو بِ رِیا بَحره بِچِنَ ایتالیایه، اَوان پولس و هِندَ زیندانیه دیتِر دانَ دَسته افسرَگه گو ناوه یولیوس بو. اَو ناو گُردانا قیصردا بو.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 27:1
29 Referans Kwoze  

Lê min kʼifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî deʼwa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim.


Hingê Fêsto tʼevî şîretkʼara xeber da, paşê li wî vegerʼand û gotê: «Tu deʼwa Qeyser dikî, gerekê tu herʼî cem Qeyser».


Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.


Lê sersed hê gurʼa gemîvan û xweyê gemîyê dikir, ne ku xeberêd Pawlos.


Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan,


Silavê bidine hʼemû rʼêberêd xwe û cimeʼta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin.


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,


Wir sersed gemîke Skenderyayê dît ku diçû Îtalyayê, em kirine wê gemîyê.


Ewî eʼmirî sersed kir, ku Pawlos pʼirʼî-hindikî aza xwey kin û îzina heval-hogirêd wî jî bidin, yê ku wê kʼomekdarîya wî bikin.


Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje».


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serhʼezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê Rʼomayê ye».


Ewî pêrʼa-pêrʼa esker û sersed hildan, bi lez çû ser wan. Gava wana serhʼezar eskerava dîtin, dest ji Pawlos kʼutanê kʼişandin.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku herʼine Mekedonyayê. Me feʼm kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan.


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû.


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Gava em xilaz bûn, hingê em pê hʼesîyan, ku navê wê giravê Malta ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite