Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 25:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Hingê Fêsto tʼevî şîretkʼara xeber da, paşê li wî vegerʼand û gotê: «Tu deʼwa Qeyser dikî, gerekê tu herʼî cem Qeyser».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Hingê Fêstos, piştî ku bi şêwirmendên xwe re peyivî, bersîv da û got: «Te doza xwe bir ber Qeyser, tê herî ba Qeyser.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Һьнге Фесто тʼәви ширәткʼара хәбәр да, паше ль ԝи вәгәрʼанд у готе: «Тӧ дәʼԝа Ԛәйсәр дьки, гәрәке тӧ һәрʼи щәм Ԛәйсәр».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 پاشه هِنده گو فِستوس گَل اَندامه شورایا خودا مشورت گِر، جیواب دا: «داخازیا تَ اَوَ بویَ گو مَحکَما قیصردا دیوانا تَ بِتَ گِرِن؛ بَجا مَحکَما قیصردا دیوانا تَ دیه بِتَ گِرِن.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 25:12
17 Referans Kwoze  

Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Lê Egrîpa Fêstorʼa got: «Me dikaribû eva meriva berʼda, heger evî deʼwa dîwana Qeyser nekira».


Lê çaxê Pawlos xwest ku şixulê wî herʼe ber Qeyser û bê lênihêrʼandinê, min eʼmir kir ku ew girtî bimîne, hʼeta ku ez wî bişînime cem Qeyser».


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Niha bêje me, Tu çawa tʼexmîn dikî? Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?»


Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kirîye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakʼişim, lê heger neheqîya min vê yekêda tʼune, çawa ku ewana şerʼa davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez deʼwa dîwana Qeyser dikim».


Çend rʼoj derbaz bûn, Egrîpa pʼadşa û Bernikê hatine Qeyserîyê, ku Fêsto silav kin.


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite