Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 25:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Awa heger ez neheq im û min tiştekî usa kirîye ku gerekê bême kuştinê, ez ji mirinê venakʼişim, lê heger neheqîya min vê yekêda tʼune, çawa ku ewana şerʼa davêjine min, kes nikare min bide destê wan. Ez deʼwa dîwana Qeyser dikim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Niha eger min neheqî an tiştekî ku heqê wî mirin e, kiribe, ez ji mirinê narevim. Lê eger sûcdarkirinên vanên ha ne rast in, tu kes nikare min bide destê wan. Ez doza xwe dibim ber Qeyser.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Аԝа һәгәр әз нәһәԛ ьм у мьн тьштәки ӧса кьрийә кӧ гәрәке бемә кӧштьне, әз жь мьрьне вәнакʼьшьм, ле һәгәр нәһәԛийа мьн ве йәкеда тʼӧнә, чаԝа кӧ әԝана шәрʼа давежьнә мьн, кәс нькарә мьн бьдә дәсте ԝан. Әз дәʼԝа диԝана Ԛәйсәр дькьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا هَگو اَز تقصیرکارِم و مِن شُلَگ گِریَ گو اَز لاییقه مِرِنه بِم، اَز دوو هِنده دا نینِم گو ژه مِرِنه بِحلِم. بله هَگو اَو دِشده گو راستا تقصیرکار بونا مِدا دِبِژِن، دِرَو بِن، چه کَس نِگاریت مِن تسلیمی دَسته وان بِگَت. اَز دِخازِم گو مَحکَما قیصردا دیوانا مِن بِتَ گِرِن.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 25:11
17 Referans Kwoze  

Lê gava cihûya miqabilî wê yekê xeber dan, min îdî bêçʼarîya xwe deʼwa Qeyser kir, lê ne bona wê yekê, ku şikîyatê miletê xwe bikira.


Lê Egrîpa Fêstorʼa got: «Me dikaribû eva meriva berʼda, heger evî deʼwa dîwana Qeyser nekira».


Lê min kʼifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî deʼwa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim.


Lê çaxê Pawlos xwest ku şixulê wî herʼe ber Qeyser û bê lênihêrʼandinê, min eʼmir kir ku ew girtî bimîne, hʼeta ku ez wî bişînime cem Qeyser».


yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî pʼêxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-eʼlamê ne!


Pawlos got: «Ez li ber dîwana Qeyser sekinî me, li kʼu jî dîwana min gerekê bibe. Min xirabîk li cihûya nekirîye, çawa tu xwexa jî qenc zanî.


Gava bi qayîşêd çʼerm girêdan, Pawlos sersedê sekinîrʼa got: «Gelo eva cayîz e ku hûn li bajarvanekî Rʼomayê xin, yê ku hê dîwana wî nebûye?»


Gava Pawlos wê destpêkira xeber da, Galîyo cihûyarʼa got: «Heger gilî bona neheqîyê û xirabîyê bûya, cihûno, dibû ku min guhdarîya we bikira,


Lê Pawlos wanrʼa got: «Em, bajarvanêd Rʼomayê, bê dîwan bi cimeʼtî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin».


Hingê Fêsto tʼevî şîretkʼara xeber da, paşê li wî vegerʼand û gotê: «Tu deʼwa Qeyser dikî, gerekê tu herʼî cem Qeyser».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite