Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 24:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Me dît ku ev zilam bûye belayek û di nav hemû Cihûyên dinyayê de tevliheviyê dertîne û yek ji serokên mezheba Nisretiyan e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Мә әв мәрьва дит, чаԝа мина бәлаке кʼәтийә нава һʼәму щьһуйед сәр дьне тʼәвиһәв дькә у рʼебәре кʼомәла ньсрәтийа йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَم گَهَشتِنَ وه هِنده گو اَوَ مِرُوَگه فتنَیَ و ناو یهودیه تواوی دُنیایه دا شُرِشا ره دِخِنیت. و اَو مِرُوَ یگ ژه سَرُکه فِرقا ناصِریانَ.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 24:5
32 Referans Kwoze  

Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Ewana zûva min nas dikin, heger bixwazin, dikarin şeʼdetîyê bidin, wekî ez anegorî eʼdetê kʼomela dînê meyî hʼişk jî fêrisî bûme.


Lê hinek bawermendêd ji kʼomela fêrisîya rʼabûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanarʼa bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin».


gava navê merʼa dilîzin, em li ber wan dadixin. Em bûne gemara vê dinyayê, hʼeta niha jî her tiştîda bûne xwelî!


û kirine qîrʼîn gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîkʼarîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera hʼemûya miqabilî cimeʼta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine pʼaristgehê, ev cîyê pîroz hʼerʼimand».


Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn


Û dest bi xeybê kirin gotin: «Me Ev meriva dît ku miletê me dixalifîne û ne jî dihêle ku xerc bidine Qeyser. Bona Xwe jî dibêje: ‹Ez Mesîh Pʼadşa me›».


Çimkî eva bextewarîk e, heger yek bona xatirê Xwedê cîkî heqî-neheq zelûlîyê dikʼişîne û sebir dike.


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Hʼeta van xebera eʼlaletê guhdarîya wî kir, paşê bi dengê bilind gotin: «Rʼûbarî dinê wî nehêle! Yêd mîna wî gerekê nejîn!»


Şeʼdêd derew anîn dane sekinandinê û wan got: «Eva tʼerka xeberdana miqabilî vî cîyê pîroz û Qanûna Mûsa nake.


Anegorî xwestina wan, yê ku bona serhildanê û mêrkuştinê kelêda bû, berʼda. Lê Îsa hişte ser xwestina dilê wan.


Barabas yekî bona serhildanê û mêrkuştina bajêrda bûyî hatibû girtinê.


Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava tʼemamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî hʼeta vira, cimeʼt bi hînkirina Xweva tʼevîhev kirîye».


Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêrʼa ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîrʼa wê çi bêjin?


Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Lê wekî gelekî serê te neêşînim, hîvî dikim ji kʼerema xwe kin guhdarîya me bike.


Gava Pawlos hat, cihûyêd ku ji Orşelîmê berjêr hatibûn dora wî girtin û gelek buxdanêd giran li wî dikirin, lê nikaribûn îzbat kirina.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite