Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 24:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Паԝлос һе бона рʼастийе, хԝәгьртьне у диԝана Хԝәдейә кӧ ԝе бе хәбәр дьда, Фәликс саԝ кʼьшанд у гот: «Тӧ ньһа һәрʼә. Гава ԝәхте мьн һәбә, әзе гази тә кьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وقته گو پولس راستا صالِح بون، خوراگِرتِن و اَو قضاوتا گو قِرارَ رُژا قیامَته بِتَ گِرِن قِسَ گِر، فِلیکْس تِرسیا و گُت: «تِ نَهَ هَرَ! وقته مِن فُرصَتَگه دی پَیدا گِر، اَزه دیسا رِگَمَ دوو تَ.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 24:25
99 Referans Kwoze  

Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê,


milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tʼune.


Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


Û çawa bona meriva qirarkirî ye, carekê bimirin û paşê ber dîwanê bisekinin,


Awa ew sozê ku bona kʼetina nava rʼihʼetîya Wî hê dimîne, lema gerekê em haş ji xwe hebin, ku ji we tʼu kes ji wê rʼihʼetîyê nemîne.


Lê her rʼoj dil bidine hev, hʼeta ku nivîsarêda bona me «îro» heye, wekî ji we tʼu kes bi guna nexape, nebe serhʼişk.


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.


Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:


Çimkî Xwedê dibêje: «Dema rʼeʼm-kʼeremê Min dengê te bihîst û rʼoja xilazbûnêda hatime hewara te». Va niha ye dema rʼeʼm-kʼeremê! Va niha ye rʼoja xilazbûnê!


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


Pawlos jî mîna eʼdetê xwe çû nava wan û sê rʼojêd şemîyê wanarʼa dikʼete xeberdanê, ji nivîsara


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


hînbûna ser nixumandina, destdanînê, rʼabûna mirîya û dîwana hʼeta-hʼetayê.


Ev dîtina ber çʼeʼva usa saw bû, hʼeta ku Mûsa jî got: «Ez ditirsim û dilerizim».


Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide.


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Egrîpa Pawlosrʼa got: «Te tʼirê tu usa zû dikarî min bikî mesîhî?»


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


De niha rʼabe herʼe bajêr, wê terʼa bê gotinê tê çi bikî».


Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû eʼrdê xwe û yê din tʼucaretîya xwe.


Usa jî ew wê gumanê bû, ku ji Pawlos pʼere bistanda, bona wê yekê jî gelek cara gazî wî dikir û tʼevî wî xeber dida.


lê mêvanhʼiz, xêrxwaz, aqilda giran, ser heqîyê, Xwedêrʼa dayî, xwegirtî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite