Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 24:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Pênc rʼoja şûnda Hananîyayê serekkʼahîn tʼevî hineke ji rʼûspîya û Tertûloyê zanebêj berjêr bû hate Qeyserîyê. Vana bona Pawlos gilî-gazinê xwe welîrʼa kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Piştî pênc rojan, Serokkahîn Hananya, bi hin rihspiyan û peyvbêj Tertûlos ve daket Qeyseriyê û wan li ber walî giliyê Pawlos kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Пенщ рʼожа шунда Һананийайе сәрәккʼаһин тʼәви һьнәкә жь рʼуспийа у Тәртулойе занәбеж бәржер бу һатә Ԛәйсәрийе. Вана бона Паԝлос гьли-газьне хԝә ԝәлирʼа кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه پِنج رُژا، حَنانیا، کاهینه مَزِن، گَل هِندَ مَزِنا و وکیلَگه گو ناوه وی تِرتولُس بو، هاتِن. اَوان شِکایَتا خو له ضِدّ پولس بِرِنَ لاره والی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 24:1
15 Referans Kwoze  

Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh rʼoj tʼune, ku ez bona hʼebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê.


Hananîyayê serekkʼahîn eʼmirî berdestîyêd nêzîkî Pawlos kirin ku dêvda bidinê.


Serekêd kʼahîna û giregirêd cihûya bona Pawlos şikîyatê xwe li wî kirin


got: «Ezê hingê guhdarîya te bikim, kʼengê şikîyatkirêd te bên». Û eʼmir kir, ku ew qesira Hêrodesda bê xweykirinê.


Gava cab gihîşte min, ku cihûya bona wî merivî tʼelekek hazir kirîye, min destxweda ew şande cem te û eʼmirî li şikîyatkira kir, ku çî wanî miqabilî wî hebe, li ber te bêjin».


Usa jî çend hespa hazir kin, wekî Pawlos lê sîyar kin, ku bê qede bê bela bibine cem Felîksê welî».


Gava her hʼeft rʼoj ser hevda hatin, ji cihûyêd qeza Asyayê Pawlos pʼaristgehêda dîtin, tʼemamîya eʼlaletê tʼevrʼakirin, dest avîtinê


Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.


Ez jî gava hatime cem we xûşk-birano, ez bi xeber yan serwaxtîya kʼemale giran nehatim surʼa Xwedê weva eʼyan kim.


Gava ez çûme Orşelîmê, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cihûya şikîyatê wî ber min kirin û hîvî kirin ku ez dîwana wî bikim.


Rʼojeke kʼifşkirî Hêrodes kʼincê pʼadşatîyê lê, li herema dîwanê rʼûnişt û bi cimeʼtî wanarʼa xeber dida.


Ewêd sîyarî gihîştine Qeyserîyê, neʼme dane welî, Pawlos jî dane destê wî.


Gava gazî Pawlos kirin, Tertûlo dest bi şikîyata kir û got: «Em tʼimê û her dera wan kirinêd te dişêkirînin, Felîksê xweyîqedir, ku saya serê te evî miletê me gelek eʼdilayî dîtîye û gelekî pêşda çûye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite