Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 23:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd alîyê fêrisîya hinek rʼabûne pʼîya û deng hildan mêrkʼîmî gotin: «Em vî merivîda tʼu xirabîyê nabînin. Belkî rʼuhʼekî yan milyakʼetekî vîrʼa xeber daye?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Hingê hengameyeke mezin çêbû, hinek Şerîetzanên ji Fêrisiyan rabûn, xwe kişandin wan û gotin: «Em tu xerabiya vî mirovî nabînin. Eger ruh an milyaketekî ji wî re gotibe, wê çi bibe?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Һьнге ԛалмә-ԛалма мәзьн һе пешда һат, жь ԛанунзанед алийе ферьсийа һьнәк рʼабунә пʼийа у дәнг һьлдан меркʼими готьн: «Әм ви мәрьвида тʼӧ хьрабийе набиньн. Бәлки рʼӧһʼәки йан мьлйакʼәтәки вирʼа хәбәр дайә?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 پاشه هَوار هَوارَگه مَزِن بِلند بو! هِندَگ ژه ماموستایِت تَوراته گو ژه فِرقا فَریسیا بون، رابون و مِجِد مخالفت گِرِن و گُتن: «اَم چه تقصیرا ناو وی مِرُوی دا پَیدا ناگَن. چه معلوم رِحَگه آن میلیاکَتَگه گَل ویدا قِسَ نَگِره بیت.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 23:9
23 Referans Kwoze  

Ez kʼetime eʼrdê û min dengek bihîst ku minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?›


Ew eʼlaleta ku li wir sekinîbû dibihîst got: «Gurʼînîya eʼzmên bû». Hineka jî digot: «Milyakʼetekî tʼevî Wî xeber da».


Ew derkʼetine derva, hevrʼa xeber dan û gotin: «Eva meriva tiştekî usa nake ku bê kuştinê yan girtinê».


Lê min kʼifş kir ku evî tiştekî usa nekirîye ku bê kuştinê û xwexa jî deʼwa dîwana Qeyser dike, min qirar kir ku wî bişînim.


û kʼifş kir, ku şikîyatê wan ser pirsêd qanûna wan e, lê bona kuştinê yan girtinê xirabîya wî tʼuneye.


Gava qanûnzanêd ji nava fêrisîya dîtin ku Îsa tʼevî xercgir û gunekʼara li ser sifrê rʼûniştî ye, ji şagirtêd Wî pirsîn: «Çima Ew tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»


Yan em bikin ku xîreta Xudan qebûl neke? Çima em ji Wî qewattir in?


Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû


(çimkî sadûqî dibêjin ne rʼabûna mirîya heye, ne milyakʼet, ne jî rʼuhʼ, lê fêrisî hersêka jî qebûl dikin).


Awa heger Xwedê xût ew pʼêşkʼêş da wan, kʼîjan da me, gava me bawerîya xwe Xudan Îsa Mesîh anî, ez kʼî bûm ku miqabilî Xwedê bisekinîyama?»


Ew kʼete eʼrdê û dengek bihîst ku wîrʼa digot: «Şawûl, Şawûl! Tu çima Min dizêrînî?»


lê heger ji Xwedêda ye, hûn nikarin betal kin. Miqatî xwe bin nebe ku hûn rʼabine ber Xwedê». Civîna giregira gurʼa wî kir,


Ewî cara sisîya wanrʼa got: «Evî çi xirabî kirîye? Min li ser Vî neheqî nedît ku Ew bê kuştinê. Ez Wî bidime ber qamçîya û berʼdim».


Pîlato serekêd kʼahîna û eʼlaletêrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vî merivîda nabînim».


Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»


Gava ez hê rʼê diçûm, nêzîkî Şamê bûm, rʼo nava rʼojê nişkêva ji eʼzmên dora min rʼonayîke qayîm şewq da.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite