Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 22:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Wî ji min re got: ‹Xwedayê bav û kalên me tu bijartî, da ku tu daxwaza wî bizanî, Yê Rast bibînî û dengê wî bibihîzî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әԝи мьнрʼа гот: ‹Хԝәдейе кал-бавед мә тӧ кʼьфш кьри кӧ әʼмьре Ԝи бьзаньби у Йе Рʼаст бьбини, хәбәра дәве Ԝи бьбьһейи,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَوی گُت: ”خدایه باوانه مَ تِ بِژارتی گو اِرادا وی بِزانی و اَوه صالِح بِبینی و ژه دَوْه وی قِسا بِبیهیسی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 22:14
33 Referans Kwoze  

Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir.


Axirîyê, pey hʼemûyarʼa minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji dîya xwe bûyî.


Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi çʼeʼva dît? Ne hûn pê xûdana min pʼara Xudan kʼetin?


Niha rʼabe ser nigêd xwe, Ez bona wê yekê teva xuya bûm, ku te bikime berdestîyê Xwe û şeʼdê wî tiştê ku te dît û wan tiştêd ku Ezê paşê ber te vekim.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Min ev yek ji Xudan stand û da we, ku Xudan Îsa wê şeva ku hate nemamkirinê, nan hilda


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


min Ew dît û Wî minrʼa got: ‹Bike bilezîne ji Orşelîmê derê, çimkî ew şeʼdetîya ku tê bona Min bidî ewê qebûl nekin›.


Xwedêyê vî miletê Îsraêlê kal-bavêd me bijartin û milet li welatê Misirê xerîbîyêda zêde kir. Bi destê zor ew ji wir derxistin,


Xwedêyê kal-bavêd me Îsa ji mirinê rʼakir, Ewê ku we darva dardakir kuşt.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi kʼerema Xwe ez kʼifş kirim),


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


çimkî tê ber hʼemû meriva bona wan tiştêd te dîtin û bihîstin bibî şeʼdê Wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite