Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 21:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Rʼoja din em ji wir rʼêkʼetin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her hʼeft kʼomekdarêd kʼifşkirî bû. Em li cem wî man.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Рʼожа дьн әм жь ԝьр рʼекʼәтьн чунә Ԛәйсәрийе мала Филипойе мьзгиндар, әԝ йәк жь ԝан һәр һʼәфт кʼомәкдаред кʼьфшкьри бу. Әм ль щәм ԝи ман.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 رُژا دی اَم وِدَره دا دَرکَوتِن و هاتنَ شَهره قیصریه. اَم چُنَ مالا فیلیپُسه مُبشر گو یگ ژه وان هَفت نَفَرا بو گو پِشتا بُ خِذمَت گِرِنه هاته بو بِژارتِن و اَم مانَ لاره وی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 21:8
18 Referans Kwoze  

Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Rʼoja şemîyê em ji dergehê bajêr derkʼetin çûne devê çʼêm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me rʼûniştî tʼevî kʼulfetêd civîyayî xeber dida,


Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku herʼine Mekedonyayê. Me feʼm kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan.


Gava bira vê yekê hʼesîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin.


Sê meha şûnda em bi gemîya Skenderyayê rʼêkʼetin, ku wê jî zivistan li wê giravêda derbaz kiribû, şikilê her du xudanêd Heval-cêwî jî ser bû.


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Serhʼezar gazî du serseda kir û got: «Dusid eskerî hazir kin, hʼeftê sîyarî, dusid jî rʼimdar, wekî şev sihʼeta neha hʼeta Qeyserîyê herʼin.


Em çûn kʼetine gemîyê rʼêkʼetin û berbi Asosê çûn, ku ji wê derê me gerekê Pawlos hilda, çimkî ewî merʼa gotibû: «Ezê peya bêm».


Em jî pey rʼojêd Cejina Nanê Şkevarʼa bi gemîyê ji Fîlîpyayê çûn, pênc rʼojada gihîştine Troyayê, cem wan. Em wir hʼeft rʼoja man.


Gava gihîşte Qeyserîyê, hevraz çû Orşelîmê silav da civînê, paşê berjêr çû Entakyayê.


Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk rʼastî me hat, ku rʼuhʼê kʼoçʼektîyê pêrʼa bû, evê bi wê kʼoçʼektîyê xweyêd xwerʼa pʼirʼ kʼar danî.


Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.


Tʼevî me çend şagirtêd Qeyserîyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite