Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 21:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 Pawlos got: «Ez merivekî cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê, ne bajarvanekî bê nav-nîşan im. Ez hîvî ji te dikim, îzinê bide ku ez vê cimeʼtêrʼa xeber dim».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

39 Pawlos lê vegerand: «Ez mirovekî Cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê me, ez hemwelatiyê bajarekî girîng im. Ez ji te hêvî dikim, destûrê bide ku ez ji gel re bipeyivim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Паԝлос гот: «Әз мәрьвәки щьһу мә, жь Тарсуса Киликйайе, нә бажарванәки бе нав-нишан ьм. Әз һиви жь тә дькьм, изьне бьдә кӧ әз ве щьмәʼтерʼа хәбәр дьм».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 پولس جیواب دا: «اَز مِرُوَگه یهودی مَ، اَهله شَهره تارسوسا مَنطَقا کیلیکیه. اَز اَهله شَهرَگه به ناو و نیشان نینِم. اَز لاواهیا جنابه تَ دِگَم گو تِ ایجازه بِدَی اَز گَل خلقه قِسَ گَم.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 21:39
13 Referans Kwoze  

«Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro.


Xudan wîrʼa got: «Rʼabe herʼe wê kʼûça ku jêrʼa Rʼast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike,


Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


Ewî ew neʼme xwend, pirsî ji kʼîjan qezayê ye, ku pê hʼesîya ji Kîlîkyayê ye,


Eva meriva ji cihûya hatibû girtinê, wê bi destê wan bihata kuştinê, ez pê hʼesîyam ku rʼomayî ye, bi eskerava gihîştimê û min ew xilaz kir.


Îdî Pawlos wê bibirana hindurʼê eskerxanê, ewî serhʼezarrʼa got: «Îzina min heye tʼevî te xeber dim?» Ewî got: «Tu yûnanî jî zanî?


Lê Pawlos wanrʼa got: «Em, bajarvanêd Rʼomayê, bê dîwan bi cimeʼtî dane ber şiva avîtine kelê! Û niha dixwazin bi dizîva me derxin? Na, ev yek nabe, bira xwexa bên me derxin».


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Gava bira vê yekê hʼesîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite