Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 21:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Dotira rojê Pawlos bi me re hat ba Aqûb. Hemû rihspî jî amade bûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Рʼожа дьне Паԝлос тʼәви мә чу щәм Аԛуб, һʼәму бәрпьрсийар жи һазьр бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 رُژا دی پولس گَل مَدا چو دیتِنا یعقوب. مَزِن همو وِدَره بون.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 21:18
12 Referans Kwoze  

Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Gava ewana kerʼ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min.


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna,


Çawa ku tu dikarî bizanibî, eva donzdeh rʼoj tʼune, ku ez bona hʼebandinê hevraz çûbûme Orşelîmê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite