Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 20:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

31 Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

31 Бона ве йәке һʼьшйар бьминьн у бир нәкьн, кӧ мьн һун һәр кәс, се сала шәв у рʼож бе рʼьһʼәти бь һесьра ширәт кьрьнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 بَجا هیشیار بِن و بیننَ بیراخو گو مِن سه سالا تواو، شَو و رُژ بِ رُنگه چاوا بُ نیشان دایینا ره بُ هَریگ ژه وَ، دَست نَکِشا.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 20:31
22 Referans Kwoze  

Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.


Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû.


«Va ye Ezê mîna diza bêm! Xwezî li wî, yê ku hʼişyar dimîne û kʼincêd xwe xwey dike, wekî teʼzî negerʼe û eʼyba wî xuya nebe!»


ne jî nanê tʼu kesî bê heq xwarîye, lê bi xûdana eʼnîya xwe şev û rʼoj dixebitîn, diçerçirîn, wekî ser we tʼu kesî nebine bargiranî.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


Ez vê yekê werʼa dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zarʼêd xweye delal şîret kim.


Awa pey gelek salarʼa ez vegerʼîyam hatime Orşelîmê, ku kʼomekê bidime miletê xwe û hʼedîya bidim.


Paşê hilkʼişîya hat, nan kerkir xwar û hʼeta sibehê dirêj xeber da û rʼabû çû.


Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim.


Gelo nayê bîra we, gava ezî hê cem we bûm, min ev tiştana werʼa digotin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite