Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 2:47 - Peymana Nû (Încîl)

47 şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

47 Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

47 шькьрийа хԝә Хԝәде данин у тʼәмамийа щьмәʼте ль ԝан хԝәш бу. Хӧдан жи рʼож бь рʼож һʼәсабе хьлазбуйийа зедә дькьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

47 اَوان حمد و ثنایا خدا دِگُتن و لاره همو کَسه عزیز بون؛ و خاده ژی رُژ بِ رُژ اَونه گو نجات پَیدا دِگِرِن له جَمعا وان زِدَ دِگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 2:47
25 Referans Kwoze  

Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û rʼoj bi rʼoj hʼesabê wan zêde dibû.


Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye.


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».


Kʼê bi van xulamtîyê Mesîhrʼa dike, ew li Xwedê xweş tê û dibe şîrinê meriva.


Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû.


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Îşaya jî bona Îsraêl dike gazî dibêje: «Heger hʼesabê zarʼêd Îsraêl weke qûma beʼrê be, tʼenê hinek wê jê xilaz be.


Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Û Îsa bi serwaxtîyê û bejinêda pêşda diçû û li Xwedê û meriva xweş dihat.


Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.


Şandîya bi qewata zor şeʼdetîya mirin-rʼabûna Xudan Îsa didan û kʼeremeke mezin ser wan hʼemûya bû.


Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.


Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Hʼemû binelîyêd Lîdayê û deşta Şaronê ew dîtin û berbi Xudan vegerʼîyan.


Destê Xudan wanrʼa bû, geleka bawer kir, berbi Xudan vegerʼîyan.


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.


Ji wana geleka bawer kir, usa jî gelek kʼulfetêd yûnane xweyîqedir û mêr jî ne kêm bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite