Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 2:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Petrûs bi gelek xeberêd mayîn bi meʼrîfetî tʼemî da û hîvî ji wan kir û got: «Xwe ji vî nisilê neheq xilaz kin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

40 Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

40 Пәтрус бь гәләк хәбәред майин бь мәʼрифәти тʼәми да у һиви жь ԝан кьр у гот: «Хԝә жь ви ньсьле нәһәԛ хьлаз кьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 پِطرُس بِ گَلَک قِسه دی شَهادَت دا و اَو تشویق گِرِن و دِگُت: «خو ژه وه نَسلا منحرف خَلاص گَن!»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 2:40
34 Referans Kwoze  

wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana,


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Bona vê yekê «Xudan dibêje: De rʼabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd hʼeram nekʼevin, û Ezê we qebûl kim,


Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min».


Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê, pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember». Û Ewî ew hiştin û çû.


Ez her merivekîrʼa dîsa mêrkʼîmî dibêjim, yê ku îzinê dide xwe ku ew bê sinetkirinê, ew deyndar e ku tʼemamîya Qanûnê biqedîne.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Hê gelek kirêd din jî hene, yêd ku Îsa kirine. Heger ew bi hûr-gilî bihatana nivîsarê, bi tʼexmîna min, ew kʼitêbêd nivîsar wê dinyayêda cî nebûna.


Paşê hilkʼişîya hat, nan kerkir xwar û hʼeta sibehê dirêj xeber da û rʼabû çû.


Xortek jî navê wî Eytûxo, ser pʼencerê rʼûniştî dihênijî û kʼete xewa kʼûr. Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir, ew xewa kʼûrda ji qatê sisîya jorda kʼet û mirîtî ew hildan.


Li wan alîya gerʼîya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê,


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.


Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê»,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite