Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 2:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

33 Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê û ji Bav soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn dibînin û dibihîzin ew rijandiye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

33 Хԝәде Әԝ һьлкʼьшанд да кʼеләка Хԝәйә рʼасте, Әԝи жи Рʼӧһʼе Пирози создайи жь Баве станд у жорда баранд, чаԝа кӧ һун ньһа дьбиньн у дьбьһен.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 وِسا عیسی ژِلَل هاتَ بِرِن گو سَر دَسته راستَ خدا رونِت. بابو، رِحا مُقدسَ هاتی وَعدَ دایین دا وی و اَوی اَو رِحَ هَ وِسا گو اون دِبینِن و دِبیهیسِن، رِژاندیَ.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 2:33
32 Referans Kwoze  

Carekê gava Ewî tʼevî wan nan dixwar, tʼemî da wan û got: «Ji Orşelîmê dernekʼevin, lê belê hîvîya sozê Bavê bisekinin, bona kʼîjanî we ji Min bihîst.


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Bawermendêd eʼsilê xweda cihû, yêd ku tʼevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku Rʼuhʼê Pîroz çawa pʼêşkʼêş ser necihûyada jî barî,


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Wî Xwedêyî ew Rʼuhʼ bi merʼdanî ser meda barand, bi destê Îsa Mesîhê Xilazkirê me,


Bona vê yekê tê gotinê: «Gava hilkʼişîya çû jorê, hêsîr tʼevî Xwe birin û pʼêşkʼêş dane meriva».


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».


Yektîya Wîda hûn necihû jî bûne pʼara Xwedê, gava we xebera rʼastîyê, awa gotî Mizgînîya xilazbûna xwe bihîst. We bawerîya xwe Wî anî û bi Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê.


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite