Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 2:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 ‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 ‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje: Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû mirovan de birijînim. Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê bikin Û xortên we wê dîtiniyan, kal û pîrên we wê xewnan bibînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 ‹Рʼожед ахьрийеда Хԝәде дьбежә ԝе аһа бә: Әзе жь Рʼӧһʼе Хԝә сәр һʼәму мәрьвада бьбариньм, кӧрʼ у ԛизед ԝәйе пʼехәмбәртийе бькьн, щаһьлед ԝәйе дитьнока бьбиньн у кал-пиред ԝәйе жи хәԝна.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 «”خدا دِبِژیت: رُژِت دوماییگه دا اَزه ژه رِحا خو بِرِژینِمَ سَر تواوی بَشَری. گور و گِجه وَ دیه نَبوَته بِگَن، زَلامِت وَ دیه دیتنا بِبینِن و گال و پیرِت وَ دیه خَونا بِبینِن؛

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 2:17
38 Referans Kwoze  

Bawermendêd eʼsilê xweda cihû, yêd ku tʼevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku Rʼuhʼê Pîroz çawa pʼêşkʼêş ser necihûyada jî barî,


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Û her kesê azayîya Xwedê bibîne›».


Çar qîzêd wîye bikʼir hebûn, ku pʼêxembertî dikirin.


Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Zêrʼ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şeʼdê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we hʼûfî xwe ke. We bona rʼojêd axirîyê xizne xwerʼa tʼop kir!


Ji wan yek, ku navê wî Hagabo bû, rʼabû bi Rʼuhʼ eʼlam kir, ku wê tʼemamîya dinyayêda bibe xelayîke giran. Û usa jî eva xelaya hêna Klawdyo Qeyserda bû.


Lê eva ew yek e, çi ku Yoêl pʼêxember gotîye:


Belê, Ezê wan rʼojada Rʼuhʼê Xwe ser xulam û carîyêd Xweda jî bibarînim û wê pʼêxembertîyê bikin.


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite