Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 19:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 Hûn dibînin û dibihîzin ku ne tenê li Efesê, hema bêje li tevahiya herêma Asyayê, ev Pawlosê ha dibêje: ‹Yên ku bi destan hatine çêkirin ne xwedê ne› û wî baweriya gelek mirovan aniye û ji rê derxistine.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Һун жи дьбьһен у дьбиньн кӧ әви Паԝлоси нә кӧ тʼәне Әфәседа, ле баԝәрийа ԝә һәбә тʼәмамийа ԛәза Асйайеда жи сәре гәләк щьмәʼта тʼьжи кьрийә жь рʼе дәрхьстийә у дьбежә: ‹Әԝ хԝәдейед кӧ бь дәста чекьри нә, әԝ нә хԝәде нә›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 هَ وِسا گو اون دِبینِن و دِبیهیسِن، نه تِنه اَفِسُسه دا بَلگو گِشت تواوی حَریما آسیایه دا وی پولسی گَلَک مِرُو قانع گِرِنَ و ره دَرخِستِنَ و دِبِژیت خدایِت گو بِ دَسته بَشَری هاته بِنَ چه گِرِن، خدا نینِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 19:26
23 Referans Kwoze  

Awa derheqa wan qurbanêd pʼûtaye ku merî dixwin: Em zanin ku pʼût heyîna xweva pʼûçʼ in û Xwedêkî din tʼune, pêştirî yekî.


Awa ku em ji Xwedê bûne, gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêrʼ, zîv, yan kevirê ku bi hʼiş û hostatîya meriva hatine kʼolandinê.


Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan pʼûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn venegerʼîyan. Wana destê xwe ji cinhʼebandinê, ji wan pʼûtêd zêrʼe, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nagerʼin nekʼişandin.


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


«Eʼvdno! Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyatʼa xweda merîne mîna we ne, Mizgînîyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pʼûçʼ vegerʼin berbi Xwedêyê sax bên, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û hʼemûyêd nava wanda eʼfirandîye.


Çimkî ewana bona me dibêjin, ku we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pʼûta li Xwedê vegerʼîyane, ku xulamtîyê Xwedêyê sax û rʼastrʼa bikin


Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.


Weva eʼyan e gava hûn pʼûtpʼarist bûn, hûn usa pey pʼûtêd kerʼe lal kʼetibûn, her alîyava kʼetibûne bin qolêd wan.


Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.


Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin


Ewî gazî wan hʼemû hosta, usa jî yêd mîna xweyîyê vî pʼêşeyî kirin û got: «Gelî hevala! Hûn zanin ku kʼara me vî şixulîda ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite