Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 19:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Xwedê bi destê Pawlos gelek kʼeremetêd zor dikirin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Xwedê bi destê Pawlos gelek kerametên nedîtî kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Хԝәде бь дәсте Паԝлос гәләк кʼәрәмәтед зор дькьрьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 خدا بِ دَسته پولس مُعجِزِت عَجِب نیشان دِدان،

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 19:11
10 Referans Kwoze  

Bi destê şandîya gelek nîşan û kʼeremet nav cimeʼtêda dibûn. (Hʼemû bawermend hevrʼa hêwangeha Silêmanda dicivîyan.


Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Şimhʼûn xwexa jî bawer kir hate nixumandinê û tʼimê tʼevî Fîlîpo bû. Û gava ew nîşan û kʼeremetêd zor ku dibûn didît, eʼcêbmayî dima.


Ev yeka ewê gelek rʼoja dikir, hʼeta ku Pawlos aciz bû, vegerʼîya û wî rʼuhʼîrʼa got: «Bi navê Îsa Mesîh eʼmirî te dikim ji wê derê!» Û pêrʼa-pêrʼa ew ji wê derkʼet.


Çima ew Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe pʼêşkʼêşî we dike û nava weda kʼeremeta dike, bona Qanûn qedandina we dike, yan bona ku we Mizgînî bihîst û bawerîya xwe jê anî?


Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn.


Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite