Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 18:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Ew hingê ji wir çû kʼete mala yekî navê wî Tîto Yûsto. Ew merivekî necihû bû, lê xwedêbawer bû, mala wî kʼêleka kʼinîştê bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Hingê ew ji kinîştê derket û çû mala mirovekî ku navê wî Tîtos Yûstos bû. Ew xwedêperest bû û mala wî li kêleka kinîştê bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Әԝ һьнге жь ԝьр чу кʼәтә мала йәки наве ԝи Тито Йусто. Әԝ мәрьвәки нәщьһу бу, ле хԝәдебаԝәр бу, мала ԝи кʼеләка кʼьниште бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 پولس ژه وِدَره دَرکَوت و چو مالا مِرُوَگه گو ناوه وی تیتوس یوستوس بو. اَو مِرُو خداپرست بو و مالا وی رَخ دیره بو.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 18:7
9 Referans Kwoze  

kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.


Û Îsayê ku jêrʼa Yûsto jî dibêjin li we silav dike. Evana tʼenê ji alîyê bawermendêd cihûyada bona Pʼadşatîya Xwedê tʼevî şixulê min in û bîna min bi wan derkʼetîye.


Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir.


Gava Barnabas û Pawlos ji wir derkʼetin, hîvî ji wan kirin, ku şemîya din jî bona wê yekê wanrʼa xeber din.


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite