Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 18:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Piştî ku Pawlos gelek rojan li wê derê ma, xatir ji bawermendan xwest û bi gemiyê berê xwe da aliyê Sûriyê. Priskîla û Akîlas jî bi wî re bûn. Wî li Kenxêryayê porê xwe kur kir, çimkî nedreke wî hebû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Паԝлос гәләк рʼожа диса ль ԝьр ма, паше хатьре хԝә жь баԝәрмәнда хԝәст, бь гәмийе чу алийе Сурйайе. Прьскила у Акила жи тʼәви ԝи бун. Әԝи Кәнхерйайеда пʼорʼе хԝә кӧрʼ кьрьбу, чьмки ад-ԛьраркьри бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 پاشه وه یگه، پولس گَلَک رُژا ما شَهره قُرِنتُسه دا و پاشه ژه بِرایا وَقَطیا و بِ رِیا بَحره چو سوریه. پْریسکیلا و آکیلا ژی گَل پولس دا بون. پولسی شَهره کِنخْریه دا سَره خو تِراشی چون گو نَذِر گِره بو.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 18:18
17 Referans Kwoze  

Wan xwerʼa hilde, tʼevî wan li gora eʼdet paqij be û xercê wan hilde ser xwe, ku pʼorʼê serê xwe kurʼ kin. Hingê her kesê zanibe ew tiştêd ku bona te bihîstine derew in û tu xwexa jî pey Qanûna Mûsa diçî.


Bona cihûya, dibime mîna cihûya, wekî cihûya qazinc kim. Awa gotî bona yêd bin Qanûna Mûsada, dibime mîna yêd bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnêda qazinc kim, (lê ne ku ez bin Qanûnêda me).


Ez tʼemîya xûşka Foybê didime we, ya ku berdestîya civîna Kenxêryayê dike.


Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan,


Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê.


Evî destpêkir kʼinîştêda mêrkʼîmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê rʼast Rʼîya Xwedê wîrʼa şirovekirin.


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


De rʼabe em çi terʼa dibêjin bike. Vir cem me çar meriv hene ku ad-qirar kirine.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite