Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 18:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Çimkî Ez tʼevî te me û kesekê ber te rʼanebe zîyanê nede te, çimkî gelek cimeʼta Min vî bajarîda heye».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Çimkî ez bi te re me û tu kes destê xwe dirêjî te nake ku te biêşîne. Ji ber ku li vî bajarî gelek gelê min heye.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Чьмки Әз тʼәви тә мә у кәсәке бәр тә рʼанәбә зийане нәдә тә, чьмки гәләк щьмәʼта Мьн ви бажарида һәйә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 چون گو اَز گَل تَدامَ و چه کَس دَسته خو سَر تَ دِرِژ ناگَت گو تَ بِشینیت، چون گو مِن گَلَک مِرُو وه شَهری دا هَنَ گو قَومه مِنِن.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 18:10
26 Referans Kwoze  

lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.


û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»


Awa em çi bêjin bona van tişta? Heger Xwedê pişta me ye, kʼî dikare miqabilî me be?


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Xudan tʼevî rʼuhʼê te be. Kʼerema Xwedê werʼa be.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Lê çi li we dikʼeve, her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ne.


Ew Xudanê ku van tişta hê ji dewrêd berêda eʼyan kirîye dibêje›.


Lê tʼu mûkê ji serê we kêm nebe.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


«Va qîza bikʼir wê hʼemle be, kurʼekê jêrʼa bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin», ku tê feʼmkirinê: «Xwedê tʼevî me ye».


Şimhʼûn gilî kir, ku çawa pêşîyê Xwedê rʼeʼma Xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimeʼtekê derxe, wekî navê Wî hildine ser xwe.


Şevekê Xudan dîtinokêda hate ber çʼeʼvê Pawlos û gotê: «Netirse, xeber de û xwe kerʼ neke.


Ew li wê derê salekê û şeş meha ma, ew hînî xebera Xwedê dikirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite