Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 17:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Hin fîlozofên Êpîkûrî û hinên Stoayî jî bi wî re gotûbêj kirin. Hinekan got: «Evê kelkelo dixwaze çi bêje?» Hinekên din jî gotin: «Wisa xuya dibe ku ew xwedayên xerîb dide naskirin.» Çimkî Pawlos li ser Îsa û li ser vejînê mizgînî dida

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Чәнд философед епикури у стойхи ԝирʼа кʼәтьнә һʼӧщәте у һьнәка дьгот: «Әви дәвбәлайи бетʼәԝшә чь дьхԝазә бежә?» Һьнәка жи дьгот: «Ӧса те кʼьфше, кӧ әва дәрһәԛа хԝәдейед хәрибда даннасин дькә». Аһа дьготьн, чьмки әԝи бона Иса у рʼабуна мьрийа даннасин дькьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 هِندَ فیلسوفه اپیکوری و رواقی ژی گَل پولس دا بَحث گِرِن. ناو واندا هِندَگا دِگُتن: «اَو مِرُوه چیرِگ دِرِژ چه دِخازیت بِژیت؟» اَونه دی دِگُتن: «اَو رَنگه مِرُوَگه دِدَت گو خدایانه بیانی وَعظ دِگَت.» چون گو پولس راستا عیسی دا و ژه ناو مِریادا رابونا وی وَعظ دِگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 17:18
16 Referans Kwoze  

Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.


Ewana aciz bibûn, çimkî wana cimeʼt hîn dikir, ku Îsa ji mirinê rʼabûye, îzbat dikirin ku mirîyê rʼabin.


Û gava Ew rʼabû ku herʼe, qanûnzan û fêrisî qilqilîn, bona gelek tişta Wîrʼa kʼetine deʼwê.


Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!


Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt.


Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfeʼm derkʼetin


Gerekê Mesîh cefa bikʼişanda, bibûya yê pêşin ji nava mirîya rʼabûyî û rʼonaya xilazbûnê miletêd cihû û necihûyarʼa dannasîn kira».


Gava vegerʼîyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan eʼlaleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanrʼa kʼetibûne deʼwê.


Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê.


Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite