Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 17:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Hingê birayan di cih de Pawlos şand ku here ber deryayê, lê Sîlas û Tîmotêyos hê li wir man.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ԝи чахи бьра Паԝлос дәстхԝәда шандьнә бәр бәʼре, ле Силас у Тимотʼейо Бәройайеда ман.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 ایجا بِرایا جیدا پولس رِگِرِنَ بَ لِوا بَحره، بله سیلاس و تیموتائوس مانَ بیریه دا.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 17:14
16 Referans Kwoze  

Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.


Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.


Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Gava bira vê yekê hʼesîyan, ew berjêr birine Qeyserîyê û derbazî Tarsûsê kirin.


lê şagirtêd wî jî şev ew bi zembîlê dîwêrva daxistin.


Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir:


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


weke sê meha li wir derbaz kir. Gava kʼarê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva vegerʼe.


Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir.


Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî


Ewêd ku Pawlos verʼêdikirin, ew hʼeta Atʼînayê birin, paşê ji Pawlos tʼemî standin ku Sîlas û Tîmotʼêyo zû herʼin bigihîjine wî, xwexa jî paşda vegerʼîyan.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite