Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 17:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Ev mirovên li wir ji yên li Selanîkê bêtir hişvekirî bûn. Wan peyv ji dil û can qebûl kir û her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, ka gelo ev tişt wisa ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әв щьһу жь йед Тʼесалонике сәрԝахттьр бун, хәбәра Хԝәде бь дьл у щан ԛәбул кьрьн у һәр рʼож ньвисарада кʼур дьбун, кʼа әв тьшт ӧса нә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 یهودیه وِدَره ژه وان یهودیه گو تسالونیکیه دا بون خُدان اصل و نصبتِر بون. اَوان کلام بِ اشتیاقه قَبول گِرِن و همو رُژه نِویسارِت مُقدس باش دِخاندِن گو بِبینِن کانه اَو دِشدَنَ هَ وِسانَ گو اَو مِرُوَنَ دِبِژِن آن نه.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 17:11
34 Referans Kwoze  

Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî».


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Lê ewê ku rʼastîyê dike, ew xwe li rʼonayê digire, wekî eʼyan be, ku kirêd wî Xwedêda hatine kirinê».


û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Lema hʼemû mirʼdarʼîyê û her xirabîyê ji xwe dûr xin, bi milûktîyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare rʼuhʼê we xilaz ke.


Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên».


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû.


Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine.


Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›.


çawa ewêd ku pêşîyê bi çʼeʼvê xwe dîtibûn û ev Mizgînî bela dikirin, merʼa gotin.


Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite