Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 16:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Birayên ku li Lîstra û Qonyayê bûn, li ser wî bi qencî dipeyivîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Баԝәрмәндед Листрайе у Ԛонйайе һьндава ԝида ԛәнщ хәбәр дьдан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 بِرایا شَهرِت لِستْرِه و قونیه دا گَلَک مَحتا وی دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 16:2
14 Referans Kwoze  

usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin.


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.


Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.


Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.


Wana jî tʼoza nigêd xwe ser wanda dawşand, çûne Qonyayê


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Usa jî kirinêd qenc kʼifş in û ew kirinêd ku ne kʼifş in, ew jî veşartî namînin.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


lê ew pê hʼesîyan rʼevîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan.


Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite