Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 16:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Gava xweyêd wê dîtin ku gumana kʼara wan hate birʼînê, Pawlos û Sîlas girtin, kʼaşî meydana bajêr cem serwêra kirin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Îcar gava ku xwediyên wê dîtin ku hêviya wan a qezenckirina peran ji dest derket, wan Pawlos û Sîlas girtin, kaş kirin meydana sûkê, ba serweran.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Гава хԝәйед ԝе дитьн кӧ гӧмана кʼара ԝан һатә бьрʼине, Паԝлос у Силас гьртьн, кʼаши мәйдана бажер щәм сәрԝера кьрьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بله وقته اَربابه وی خُدامی دیتِن گو اُمیدا کار گِرِنه بَین چُیَ، پولس و سیلاس گِرتِن و اَو کِشان بِرِنَ مَیدانا شَهری، لاره سَرُکا.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 16:19
24 Referans Kwoze  

Tʼemamîya bajêr hʼejîya, eʼlalet bi lez kʼom bû, Pawlos girtin ji pʼaristgehê kʼaşî derva kirin û derêd wê pêrʼa-pêrʼa hatine girtinê.


Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî


lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,


Carekê em diçûne cîyê duakirinê, carîk rʼastî me hat, ku rʼuhʼê kʼoçʼektîyê pêrʼa bû, evê bi wê kʼoçʼektîyê xweyêd xwerʼa pʼirʼ kʼar danî.


Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


yêd ku eʼmirê xwe dane navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.


Lê hûn belengaza bêhurmet dikin! Çima ew yêd dewletî nînin, ku zorê li we dikin û we kʼaşî ber dîwanê dikin?


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


ew birine ber serdarêd Rʼomayê û gotin: «Ev merivana cihû ne û bajarê me tʼevîhev dikin.


Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan.


Ewî çʼira xwest, rʼevî hindurʼ, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas.


Niha jî hûn nava wî şerʼîda ne, kʼîjan ku we ser min dît û niha bona min dibihên.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite