Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 16:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Eva pey Pawlos û me kʼetibû, dikire qîrʼîn û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku werʼa bona rʼîya xilazbûnê dannasîn dikin!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Keçik li pey me û Pawlos dihat û bi qîrîn digot: «Ev mirovên ha xizmetkarên Xwedayê Herî Berz in, ew riya xilasiyê bi we didin zanîn.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әва пәй Паԝлос у мә кʼәтьбу, дькьрә ԛирʼин у дьгот: «Әв мәрьвана хӧламед Хԝәдейе Һәри Жорьн ьн, кӧ ԝәрʼа бона рʼийа хьлазбуне даннасин дькьн!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 اَو خُدام کَتَ دوو پولس و مَدا و بِ هَواران دِگُت: «اَو مِرَنَ، خِذمَتکارِت خدایه متعالِن گو رِیا نجاته بُ وَ دِبِژِن.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 16:17
31 Referans Kwoze  

Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.


û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


«Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».


Çend cihûyêd gerʼok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku rʼuhʼêd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin».


Evî destpêkir kʼinîştêda mêrkʼîmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê rʼast Rʼîya Xwedê wîrʼa şirovekirin.


Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu rʼast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî.


û zanebûna azayîyê bidî cimeʼta Wî bi baxşandina gunêd wan.


Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.


Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!»


Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan kʼevin, rʼûyê wanda wê rʼîya rʼastîyê bê bêhurmetkirinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite