Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 16:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Çaxê ew û maliyên xwe imad bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Гава әԝ нәфәред хԝәва пе аве һатьнә ньхӧмандьне, һиви жь мә кьр у гот: «Һәгәр һун мьн баԝәрмәнда Хӧдан һʼәсаб дькьн, кʼәрәм кьнә мала мьн, ль ԝьр бьминьн». У зор ль мә кьр әм бьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 پاشه هِنده گو لیدیه و اَهله مالا وی غُسلا تعمیده گِرتِن، اَوی اصرار مَ گِر و گُت: «هَگو اون باوار دِگَن گو مِن ایمان اینایَ خاده، وَرِن و بِمینِنَ مالا مِدا.» و دوماییگه بو قِسا وی و اَم چُن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 16:15
32 Referans Kwoze  

Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›.


Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan.


Hema wê şevê serwêrê kelê ew birin, birînêd wan şûştin û pêrʼa-pêrʼa ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê.


Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne.


Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em tʼevî şixulê rʼastîyê bin.


Delalo, tu şixulê xweda amin î, çi ku bona bira dikî, hʼeta ku yêd nenasrʼa jî.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Awa heger tu min çawa hevalê xwe hʼesab dikî, wî usa qebûl ke, çawa min.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im.


Hʼizkirina Mesîhe hindava meda pʼêyî ser me dike, çimkî em feʼm dikin, ku yek bona hʼemûya mirîye, ku usa ye hʼemû jî mirine.


Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.


Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.


Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.


Û nemêr eʼmir kir, ku eʼrebê bidine sekinandinê, her du jî kʼetine avê û Fîlîpo nemêr nixumand.


Lê gava ewî ew mizgînîya Fîlîpo bawer kir, ya ku bona Pʼadşatîya Xwedê û navê Îsa Mesîh dida, hin mêr hin jin, hʼemû jî pê avê hatine nixumandinê.


Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be.


Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne.


gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.


Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».


Ew anîne mala xwe, sifre li ber wan danî û tʼemamîya neferêd xweva şa bûn, ku bawerîya xwe Xwedê anîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite