Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 16:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Di nav wan de jineke xwedêperest a ku navê wê Lîdya bû guhdariya me dikir. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û cilên binefşî difirotin. Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 кʼӧлфәтәкә хԝәдебаԝәр жь бажаре Тийатирайе, наве ԝе Лидйа кӧ кʼьнщед ширк дьфьротьн, гӧһдари дькьр. Хӧдан дьле ԝе вәкьр кӧ гӧһ бьдә готьнед Паԝлос.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 ناو واندا ژِنِگَگ هَبو گو ناوه وی لیدیه بو و گوهه خو دِدا قِسه مَ. اَو اَهله شَهره تیاتیرا بو و شُلا وی فِرُتِنا پارچه بِنَفشیَ بُها بو. اَو ژِنِگ خداپرست بو. خاده دله وی وَگِر گو گوهه خو بِدَتَ وه دِشدا گو پولس دِبِژیت.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 16:14
24 Referans Kwoze  

Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin.


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji rʼeʼma Xwedê ye.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Destê Xudan wanrʼa bû, geleka bawer kir, berbi Xudan vegerʼîyan.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Ew hingê ji wir çû kʼete mala yekî navê wî Tîto Yûsto. Ew merivekî necihû bû, lê xwedêbawer bû, mala wî kʼêleka kʼinîştê bû.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Ew jî rʼabû çû û dîna xwe dayê, va ye nemêrekî ji Etyûpîyê wezîrê Kendakê, awa gotî pʼadşa Etyûpîyê, ku wekʼîlê tʼemamîya xizna wê bû, bona hʼebandinê hatibû Orşelîmê.


Nav wanda çend yûnan jî hebûn, ku bona hʼebandinê cejinêda hevraz çûbûne Orşelîmê.


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite