Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 15:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê hinek bawermendêd ji kʼomela fêrisîya rʼabûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanarʼa bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Lê hinek bawermendên ku ji mezheba Fêrisiyan bûn, rabûn û gotin: «Divê ku ew bên sinetkirin û emir li wan bê kirin ku Şerîeta Mûsa pêk bînin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле һьнәк баԝәрмәндед жь кʼомәла ферьсийа рʼабун готьн: «Гәрәке ван сьнәт кьн у ԝанарʼа бежьн, кӧ Ԛануна Муса хԝәй кьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله هِندَ مِرُو ژه فِرقا فَریسیا گو ایمان اینا بون، رابون و گُتن: «لازِمَ اَونَ بِنَ سُنَت گِرِن و بُ وان بِتَ اَمِر گِرِن گو شِریعَتا موسی خُدان گَن.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 15:5
14 Referans Kwoze  

Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne.


Me bihîstîye ku ji nava me hinek derkʼetine, ku me xwexa tʼemî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe zeʼmet dane we û fikirêd we tʼevîhev kirine.


Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Serekkʼahîn û hʼemûyêd tʼevî wî, ku ji kʼomela sadûqîya bûn, hʼevsûdîyêva dagirtî rʼabûn


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Heger yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira sinetbûna xwe îdî neguhêze. Heger yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira îdî sinet nebe.


Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rʼabûm, çimkî ewî şaş bû.


Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite